1. "Xêro Abbas di sala 1962'an de li rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyê) bajarê Qamişloyê hatiye dinye. Li Sûrîyê perwerdeya sereta, navîn û lîseyê temam kir. Di sala 1986'an de ji ber zextên rejîma Sûriyê û ji ber bê delfetiyan koçî Elmanyayê kir. Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir. 1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand. Albûma Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît. Li Ewrûpayê di dehan konser da. |
|
24.09.2013 20:04 |
newenda
|
2. eger li tirkiyê/bakurê kurdistanê ji dayîk bibûya muhtemelen navê wî wê hayri bÛya.. û muhtemelen wê ji bo atatürk gotibûya ne tenê serokê tirkan e serokê me kurdan e jî.. |
|
24.09.2013 20:13 |
endazer
|
4. xwediyê vê strana şêrin : |
|
21.10.2013 15:32 |
arami
|
5. stranbêjeke ji rojavayê kurdistanê ye.. wekê hemû stranbêjên ji binxetê xudanê gewrî û bilêvkirinek resen a kurdî û kurmancî ye.. eger terza xwe û xemla xwe xirab neke û ayhan evci wî jî ji rê dernexe di mûzîka kurdî de cihê ku ciwanoo şûv hêliştiye dikare bi heqqî tijî bike.. pirraniya stranên wî xweş in û serkeftî ne.. lê strana wî ya bi navê dilber di kirasê tu wesfekî de hilnayê! yanî stran ew qas xweş e û bêkêmasî ye ku axaftinên wî yên tewş û beredatî yên derheqê beşar esed de jî dide jibîrkirin û xêro dide efûkirin.. |
|
21.10.2013 19:18 |
endazer
|
6. albûma wî ya nû nizanim ya çend û şeşê ya bi navê tu derketiye ber bazar û mezadê.. |
|
09.04.2014 01:18 |
endazer
|
7. hûnermendekî hêja ye. |
|
02.05.2014 00:02 |
brusk56
|
8. di qonsera batmanê de bi gotina : em nastirsin ji tikesî! em torîne torî! dest bi stranê kiribû piştî wî ciwan haco derketîbû dîkê, lê welê xweş stran gotibûn ku ciwan ti tahm neda |
|
02.05.2014 04:01 |
babrisok
|
9. dengê wÎ carina di şibe Ê şivan perwer. |
|
21.07.2014 15:44 |
xwelî li ser
|
10. stranbêjek serkeftî ye. ji dengê wî stranên wî re tu gotin tune. lê her ku behsa siyasetê bike, xwe dihetikîne. |
|
11.02.2015 20:24 |
simurg56
|
11. dengê wi pur xweş lî stranêwi tê.stranê wi gelek xweşin.bi taybeti starana dîlber. |
|
11.02.2015 20:40 |
sedrik
|
12. Xêro ebbas tobe kiriye û gotiye pkkê ex kirime hunermend. Ji bo ozgur polîtîkayê gotûbêjek daye û lixwe mikur hatiye. Gotiye beşar esad ne serokê min e û pkkê ez kirime hunermend. Keremkin ji vir bixwînin: |
|
08.03.2015 23:08 |
xendekî
|
13. (bnr: qurbana tirsê bim) |
|
08.03.2015 23:16 |
ferhenga şikestî
|
14. Derdê dûrî Xem û derdê min dinyayê birin Roj û şevê min pêt û agir in Heval û Hogir teva barkirin Nizanim sax in nizanim mirin Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Tev bûne rewî, ketin ser riyan Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê ez mame xerîb, li nav xwediyan Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Jiyana min bû, wek şevek tarî Pişta min tewiya, ji bar Giranî Hêstir ji çava, ser rû dibarî Nebextê zemên, ku bimin dikarî Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Xew neket çava, dimînim şiyar çav li riya wa, ji mir bûye kar Havîn zivistan, nabê wa hat buhar Xerîbî tucar ji mer nabê war Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê |
|
03.04.2016 16:23 |
quşxaneli
|
15. Di nav mûzîka kurdî a modern de yek ji stranbêjên dengxweş û jêhatî ye. Xwediyê dengekî xurt û ezîz; qirikeke kurdî û kurdistanî ye. Gellek stranên wî çi ji aliyê mûzîkê çi ji aliyê gotinê ve bêhempa ne. Wek bilurvano, çima yarê, derdê dûrî, axîn, dîlberê... Biçûkê canê: vîdyoyê veke |
|
11.12.2019 20:39 ~20:44 |
xeyda
|
17. bi hisehisan pê hayilbûm ku wê 29ê sibatê li mêrdînê konserekê bide. ji niha ve bi kelecan û bextewar im. demekî ji min re xem bû ku min ew bi zindî guhdarî nekiriye. |
|
13.02.2020 00:05 |
xeyda
|
18. bîst deqe şûnde li Mêrdînê konserta wî wê destpê bike. bi xêra hevalekî ez jî li wir im. ji tirşikvanan wekê din kî heye bila xwe kifş bikin, piştî konsertê em civatê deynin ;) |
|
29.02.2020 19:42 |
endazer
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |